Egîd Roj ji rojnamevanekî wêdetir, dengê heqîqetê û parêzvanê gelê xwe bû. Egîdê ku lawê malbatek welatparêz a Efrînî bû, di berxwedana serdemê a Efrînê de di belgekirina berxwedana dîrokî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de roleke sereke lîst. Egîd bi nûçeyên xwe ve hewl da ku çîrokên parêzvanên Efrînê bigihîne cîhanê û hovîtiya dagirkeriyê raxe ber çavan. Piştî ku Efrîn hate dagirkirin jî, Egîd şerê xwe li Şehba û Helebê berdewam kir, têkoşîna malbatên koçber û kêşeyên rojane yên gelê me yên di bin dagirkerî û dorpêçê de dijîn, ronî kir.
Hedefkirina Egîd Roj beşek ji stratejiya berfireh a Tirkiyeyê ye ji bo bêdengkirina kesên ku sûcên wê eşkere dikin. Ji bo tepeserkirina heqîqetê û tirsandina kesên li berxwe didin gelek carankedkarên xeta çapemeniya azad bûne hedef.Hedefgirtina rojnamegeran li her çar perçeyên Kurdistanê ji alî dewleta dagirker ve, nîşaneya tirsa wan a ji xebata ragiahndina azad e. Egîd Roj, weke nûnerekî wêrek ê vê kevneşopiyê, mîrateyek mezin li pey xwe hişt. Ked û fedekariya Egîd şahidiya berxwedana gelê me ye û soza berxwedana me ya bi her awayî li dijî dagirkeriyê ye.
Em bang li rêxistinên mafên mirovan, saziyên çapemeniyê û rêxistinên navneteweyî dikin ku li dijî van êrîşên bi zanebûn ên li dijî rojnamegeran rawestin û hesabê sûcên Tirkiyeyê bipirsin. Bîranîna Egîd Roj wê weke sembola cesaret û fedakariyê bijî û em jî weke Navenda Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê soz didin ku erka wî ya belgekirina heqîqetê û berxwedana li dijî mêtingeriyê bidomînin.
Navenda Ragihandina Hêzên Rizgariya Efrînê