YJA STAR @yja_star_krdsn Channel on Telegram

YJA STAR

@yja_star_krdsn


https://yjastar-kurdistan.com/ku/ [email protected]

YJA STAR Promotional Article (Kurdish)

YJA STAR چییه؟nnYJA STAR یک کانال تلگرامی است که به بررسی و انتقال اخبار، مقالات و دیدگاه‌های مربوط به منطقه کردستان می‌پردازد. این کانال با هدف اطلاع‌رسانی به جامعه و افزایش آگاهی‌های عمومی در زمینه مسائل سیاسی، اجتماعی و فرهنگی فعالیت می‌کند. با عضویت در این کانال، شما می‌توانید به روزترین اخبار و تحلیل‌هایی درباره کردستان دسترسی پیدا کنید

این کانال تلگرامی توسط کاربر با نام کاربری "@yja_star_krdsn" مدیریت می‌شود. برای ارتباط با مدیران کانال و ارسال محتواهای خود می‌توانید به سایت رسمی آن به آدرس "https://yjastar-kurdistan.com/ku/" مراجعه کنید یا از طریق ایمیل به آدرس "[email protected]" با آنها تماس بگیرید

با عضویت در کانال YJA STAR، شما فرصت دارید تا بشنوید و بخوانید درباره مسائل مهم کردستان و با دیدگاه‌های متنوع و انتقادی آشنا شوید. منتظر حضور شما در این کانال جذاب و دیدنی هستیم.

YJA STAR

25 Oct, 14:02


Jibo Bîranîna Fermandara Me Ya Nemir Şehîd Bêrîtan

YJA STAR

24 Oct, 07:15


Bi hezaran jinên esîl dane ser şopa Bêrîtan, bi bilind kirina rûmeta jin re, wan her Bêrîtan zêde kirin û tekoşîna azadiya jin ji artêşbûyinê ber bi partîbûyinê ve birin. Ala azadiyê bi destekî ji agir û tekoşînê dewrî hevdû kirin, ji zihniyeta zilamê serdest re, ji îxanetê re meydan xwendin û heya henaseyên xwe yên dawî bi qêrîna azadiyê şerkirin. Lewma Bêrîtan ji bo her gerîlayeke YJA-STAR pîvana helwesta berxwedaniyê ye, navenda azweriya her lêgereke azadiyê ye.

Roja îro li ser her bihusta axa Kurdistanê jinên ku bi azweriya, xwe gihandina kesayeta Bêrîtan bi dilwêrekî li hemberî êrîşên îxanetê û kiryarên wê şer dikin, tekoşîn dikin û li berxwedidin. Bi zanista Bêrîtanî ew bi ezim û îradeyeke nehej, bi yekîtiyeke xurt li hemberî her cûreyê êrîşan radiwestin û dişkînîn. Herî dawî rêhevala me û navhilgira Bêrîtana wêrek, fermandar Bêrîtan Nurhaq Çiya bi fedaîtî û dijwariya biryardariya xwe, şopdariya ji xeta Bêrîtanî û çanda wê a berxwedêr re, ji dost û dijminan re nîşan da. Mîna Bêrîtan Hêvî da ku nekeve destên kirêt, wê pîmê bombeya xwe bi dilekî qewîm kişand û pakrewaniyeke bi rûmet ji bo xwe hilbijart. Bêrîtan bi şer û jiyana xwe, ji keda Rêber Apo re bû bersiv û hêviyên wê yên bi hêza jin li valahiyê nexist. Li ser heman şopê bi heman bîr û baweriyê bi derbasbûna dehê salan re, Berwar Dêrsîm, Bêrîtan Nurhaq Çiya, Edessa Cejna, Axîn Gabar, Benda Amed, Leyla Sorxwîn, Hejar Zozan, Axîn Mûş ji bo me mamostetiya heman seknê dikin. Ji Serhedê, heya Botan û Amedê, ji Xerzayê heya Dêrsîmê û li tevahiya qadên Parastina Medyayê, hevrêyên Bêrîtan şerê ziwa kirina kokên îxanetkar û dagirkeriyê dimeşînin.

Damarê îxanetê di şexsê mala Berzanî û PDK’ê de bi heman xedariyê xwe dide jiyan kirin, bi taybetî li Herêmên Parastina Medya’yê ji dewleta Tirk re dibine nefeseke da ku wan ji hilweşandinê xelas bikin, herwiha ji destên wan yên dagirker re dibine hêz, dibine piştevanê şehîd xistina bi dehan ciwanên Kurd û xaka Kurdan pêşkêşî dagirkeriyê dikin. Li beramberî van kiryaran, helwesta Bêrîtanî xwe di pirtûka dil û mejiyê me de zindî digre, her ku diçe bi tecrûbe û berdêlên ku têne dayin re xurt û geştir dibe. Lewra eger di vê xeta îxanetkar de îsrara piştgiriya dijminê Kurda û dagirkeriya Kurdistanê hebe, wê di soza me de jî, heya serkeftina li hember vê ketîbûnê, mezinkirina tekoşînê û dijwar kirina şerê rûmetê hebe. Hîmê ku heval Berîtan ji bo Artêşbûna Jin avêt wê ji nûbûn û pêşketinê ti caran mehrûm nemîne û tekoşîna jina azad a li çiyayê Kurdistanê, weke ku îro bûye îlhama lêgera jinên cîhanê, wê bibe ew şemala ku di roniya wê de şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” bigihije serkeftina ebedî.

Lewra em di dûmahiyê de carekedin salvegera şehadeta fermandara xwe a mezin Bêrîtan Hêvî bi mînetdarî bi bîr tînin û soza şopandina helwesta wê a pîroz didin. Emê şer û tekoşîna wê her bedew û geş bihêlin, dengê tilîiya wê a berxwedêr ji olana zinarên çiyayên Kurdistanê xalî nekin.

Bijî Mîmarê Xeta Azadiyê Rêber Apo!
Bijî Xeta Me Ya Artêşbûna Jin û Xeta Me Ya Berxwedanê!
Bijî Artêşa Me Ya Azadiyê YJA-STAR!

24-10-2024
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA-STARÊ


https://yjastar-kurdistan.com/ku/eme-di-xeta-beritan-de-sere-tine-kirina-koken-ixanetkar-u-dagirkeriye-bimesinin/

YJA STAR

24 Oct, 07:15


Derketina Rêber Apo ji bo hêzên serdest yên xwe li ser perçiqandina mirovan bi hêz dikirin bû lerizîneke tirsê. Herwiha ji bo mirovên bi cewhera azad bû şewqa hêviyeke nû, bû rêzanê rêka jiyana bi rûmet û azad. Fermandar Bêrîtan jî yek ji wan mirovên xwedî hest û ruhekî resen bû, da pey ramanên Roja azad û di oxira serxistina rêgezên wê de canê xwe kir berdêleke giranbuha.

Bêrîtan jineke azad a çiyayên azad e. Asîbûna xwe ji esaleta lutkeyên welatê xwe yên serhildêr girtibû. Wê îxaneta Kurdê kevneşop di azweriya xwe de şewitand, ji kendalên çiyayên bala yên Xakurkê de, ber bi kurahiyên bê binî ve li ber bayê xist. Bêrîtan toveke ku bi hêviya jiyaneke azad bişkivî û bejin da, her ku şerkir xweşikbû, her ku şerkir azad bû û hate hezkirin. Bi şerê xwe jî wê jiyan fêrî jinê kir.
Heval Bêrîtan bi tekoşîna xwe îsbat kir ku, bêyî şer wê jin azad nebe, da ku jin bibe xwedî îrade û ji xwe bawer bibe şertekî binyadiye ku ew şer û tekoşîneke bê hempa bide meşandin. Bi kesayeta xwe a tekoşer wê şert û mercên herî giran û dijwar derbas kirin û hêza jin di hilweşandina her astengî de jî da nîşan.

Di demên ku têde nêzîkatiyên bêbawer li hemberî hêza jin dihatin raber kirin û dihate gotin ku jin nikare bi tena serê xwe, xwe rêxistin bike û qabiliyata wê a şer tuneye, cesaret û behremendiyên wê yên şerkirinê lewazin, heval Bêrîtan bi jiyan û sekna xwe, di her kêliyê de girîngiya hebûna xweseriya jin a di nava artêşê de radixe ber çavan.

Eger jin nebin xwedî artêşeke xweser ewê nikaribin bibin xwedî îrade û azadî. Bêyî artêşbûna xweser wê nikaribe tekoşîna azadiyê bi hêz bide meşandin û wê nikaribe civakê jî azad bike. Heval Bêrîtan di ferqa van rastiyan de bû, wê baş dizanî û bawer dikir ku bi artêşbûna jin re, îrade û hêz tê qezenc kirin. Ew xwedî zanisteke bilinde di azadiyê de. Lewra heval Berîtan di artêşbûna jin de xwedî roleke diyarker e. Ji xwe destpê dike û jinê di nava qada şer û çalakiyan de çalak dike û bi vî awayî ew li hemberî zihniyeta zilamsalar tekoşîneke mezin dimeşîne, ji vê tekoşîna xwe jî encamên dîrokî digre. Bi xwe re gelek hevalên xwe tevlî şer dike, jin xwedî hêzeke çawaye, dikare çi bike ji her kesî re nîşan dide.
Dilêrî û baweriya ku di jinê de pêşketiye, helaye ku lêgerên wê yên jiyaneke azad hîn geştir bibin û zincîrên koletiya hezar salan parça bike. Bêrîtana leheng, ev fêrî jinan kir ku “Jina zeyif û bê hêz tuneye, jina ku ji hêzê hatiye xistin heye” Lewma ew jineke ku gihiştiye vê hêzê û ew militana mînake ji bo hemû jinan.

Heval Bêrîtan di sala 1992’yan de, di asta fermandara taximê de erk digre. Ew yek ji fermandarên destpêkê ya Artêşbûna Jin e. Xwe ji hêla bîrdozî, siyasî û rêxistinî de perwerde dike û bi hêz dike. Di jiyanê de gelekî bi bandore û xwedî hêza rêxistin kirinê ye. Ew bi jîrî û têgihiştina xwe ya dijwar ferqa xwe bi diyarkerî datîne holê. Di vegotina hizrên xwe de, heya dawî cesûr û radîkal e. Dizane çawa hevsengiyeke xurt di navbera hest û mejiyê xwe de bihunîne û bi wê tewazinê ve gavên bi tendirust di meşa xwe de bavêje. Lewra bûyina Bêrîtan a jineke azad çavkaniya xwe ji avakirina van taybetmendiyan digre. Wê bi temamî xwe ji zeyifatiyên cîhana zilamsalar pak kiriye û xwe bi azadiyê re kilîd kiriye. Kesayeta wê a asî, bi rûmet, tekoşer, wêrek, bi rêxistin, ji xwe û zayenda xwe bawer, bû ew kevirê esas di avakirina keleha artêşa jin de. Helwesta wê a li hemberî xeta îxanetkar, bû remza berxwedaniya rûmetê di Tekoşîna azadiya Kurdistanê de.

Wê lanet li kevneşopiya Kurdê xayin xwend, her wiha bû darbeyek bi hêz ji nûnerên vê xeta noker re. Li hemberî vê xetê ew bû temsîlvana jina Kurd a ku azadî û rûmeta netewa xwe di ser her tiştî re digre. Di raperîn û serhildanên dîroka Kurdan de, jinên ji bo nekevine destên neyar de xwe ji zinaran de avêtin, Bêrîtan ew jinên bi şeref û azwerî carekedin dane jiyan din. Jina azad û zanista Netewa Demokrat bi îradeya xwe re derxiste lutkeyê.

YJA STAR

24 Oct, 07:05


EMÊ DI XETA BÊRÎTAN DE ŞERÊ TINE KIRINA KOKÊN ÎXANETKAR Û DAGIRKERIYÊ BIMEŞÎNIN

Ji Çapemenî Û Raya Giştî Re!


Di salvegera 32’emîn a şehadeta fermandara xeta berxwedaniya Apo’yî, rêheval Bêrîtan (Gûlnaz Karataş) de; em bejna xwe li ber mezinahiya çalakiya wê a bi wate ditewînin, fedayitî û sekna wê a bi rûmet û bi qehremaniyê barkirî rêzdarî bi bîrtînin, her wiha şopandina xeta wê ji bo xwe rêka serkeftinê dinirxînin. Em Rêber Apo ku bû afrînerê helwestên wiha mezintirîn, bi rêzdarî û hezkirineke mezin silav dikin û sala 33'emîn ya artêşbûna xwe weke nirxê azadiyê yê hevpar diyarî hemû jinên berxwedêr dikin. Her wiha em dilsoziya xwe ya bi şehîdên xwe yên Cotmehê re, careke din nîşan didin, ku meha Cotmehê kirin meha berxwedaniya jinê û li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

YJA STAR

23 Oct, 12:33


ŞOPÎNERA ÇANDA XWEDAWENDAN; NÎRWANA NÎNHURSAG

Kurdistana ku beriya hezarên salan xwedawendan erşê xwe lê danîbûn, civak avakiribûn û birêve kiribûn, îro di bin dagirkeriyê de ye. Ew dîsa li xwedawendên xwe digere, ji ber dizane ku jinên îro di bin vê hişmendiyê de hatine fetisandin, beriya niha rêvebir bûn. Dizane ku jin...
https://yjastar-kurdistan.com/ku/sopinera-canda-xwedawendan-nirwana-ninhursag/

YJA STAR

20 Oct, 15:03


PÊNASEYA JİNA SERHİLDÊR Û AZADE ŞEVÎN ÇEKDAR

Rêhevala Wê Ya Têkoşînê
Biriqîna çavên wê tenê peyva tolhildan digot. Lêvên wê tenê peyva azadiyê dizanîbûn. Di bexçeyê dilê wê de tenê tovên rizgariyê hatibûn çandin. Û di mejiyê wê tenê û tenê hevoka “Heta serxwebûn û azadiya welat têkoşîn” hatibû kolandin.
https://yjastar-kurdistan.com/ku/penaseya-jina-serhilder-u-azade-sevin-cekdar/

YJA STAR

19 Oct, 12:31


HER ŞER MILÊ XWE YÊ İLMÎ Û STRATEJÎK HEYE

Di dîroka Kurdan de, her dem şerkerî heye. Lê kêmasî çiye, Kurd çima bi ser nakevin, divê em bersiva vê pirsê peyda bikin. Ji ber ku Kurdan di şerê xwe de, xwe nesipartine fikrekî an jî baweriyekê, ev jî dibe sedem ku, Kurd di encama şerê xwe de binbikevin. Lewra şer...
https://yjastar-kurdistan.com/ku/her-ser-mile-xwe-ye-ilmi-u-stratejik-heye/

YJA STAR

17 Oct, 16:13


Jina Ku Bi Aqilê Zilam Ve Hatiye Afirandin

Qatmana 6’emîn

Mînaka wê Athena (xwedawenda parastinê) ye. Athena xwedawenda Grek-Yûnan e û li wir derketiye. Navê paytexta Yewnanistan Atina jî ji wê xwedawendê tê. Di destpêka bajar de jî weke sembol Athena çêkirine û danîne di destekî wê de mertal di destekî de jî rim heye. Di vê qatmanê de ....
https://yjastar-kurdistan.com/ku/jina-ku-bi-aqile-zilam-ve-hatiye-afirandin/

YJA STAR

16 Oct, 14:31


Daxuyaniya Bi Kurdî
https://yjastar-kurdistan.com/ku/em-rehevalen-xwe-berfin-u-tekosin-militanen-peseng-en-pajke-bi-rezdari-bi-bir-tinin/

Daxuyaniya Bi Tirkî
https://yjastar-kurdistan.com/tr/pajkin-oncu-militanlari-berfin-ve-tekosin-yoldaslarimizi-saygiyla-aniyoruz/

YJA STAR

15 Oct, 06:58


DEMOKRATİK MODERNİTE

Önderliğin Paradigma Değişimine Giderken Kendinde Yıktığı Dogmalar Ve Yaşadığı Dönüşümler


Rêber Apo “kendi demokratik modelini yaratırken kırdığım bazı dogmalarım vardı” diyor.

https://yjastar-kurdistan.com/tr/onderligin-paradigma-degisimine-giderken-kendinde-yiktigi-dogmalar-ve-yasadigi-donusumler/

YJA STAR

14 Oct, 13:58


DEMOKRATİK MODERNİTE - ENDÜSTRİYALİZM VE EKOLOJİ SORUNU
Endüstriyalizmle birlikte hem ekolojik hem de ekonomik sorunlar ortaya çıkmıştır. Ekoloji sorununun temelinde de sermayedar akıl vardır. Yoksa bu birinci doğanın...

https://yjastar-kurdistan.com/tr/demokratik-modernite-endustriyalizm-ve-ekoloji-sorunu/

YJA STAR

13 Oct, 14:52


Şehîd Têkoşîn Baran

YJA STAR

13 Oct, 06:23


EKİM AYI TANRIÇALARI

“Şiir insanın içinden dopdolu bir hayat gibi geçerse, o zaman ölünce de şiirler yazar insan. Ölünce de yazdıklarını okutur elbet” der şair. Peki şiir gibi yaşamak nedir?

https://yjastar-kurdistan.com/tr/ekim-ayi-tanricalari/

YJA STAR

12 Oct, 14:10


BÎRANÎNÊN ŞEHÎDAN DI GIYANA ME DE HER ZINDÎNE

Piştî bi salan ez cardin di Lêlikan re derbas bûm. Di nava van salan de çiqas tişt hatine guhartin û çiqas bi temen bûn e. Dar gelek mezin bûne pîr bûne. Hindek şaxê wan şikestine. Rêkên me yên ku em bi salan di ser wan de meşiyane bi xwêdana westandina gêrîla dibin tavê de cardin li benda şervanê xwe yê azadiyê dimînin. Her tişt cardin ....
https://yjastar-kurdistan.com/ku/biraninen-sehidan-di-giyana-me-de-her-zindine/

YJA STAR

12 Oct, 07:08


https://yjastar-kurdistan.com/tr/cins-mucadelesi-dorduncu-bolum/
CİNS MÜCADELESİ (DÖRDÜNCÜ BÖLÜM)

YJA STAR

11 Oct, 07:11


https://yjastar-kurdistan.com/tr/cins-mucadelesi-ucuncu-bolum/
CİNS MÜCADELESİ (ÜÇÜNCÜ BÖLÜM)

YJA STAR

10 Oct, 13:40


EM TOZA AXA KURDİSTANÊ JÎ NADİN DİJMİN

Heval Ararat Herekol ango Sîbel Denîz di sala 1993’yan de di hembêza xakeke pîroz de, di nava malbateke xwedî nirx û kokên resen de çavê xwe li dinyayê vedike. Ew ji Serheda asi ye, kokê xwe ji Geliyê Zîlana berxwedêr a bi nav û deng e. Heval Ararat....
https://yjastar-kurdistan.com/ku/em-toza-axa-kurdistane-ji-nadin-dijmin/

YJA STAR

10 Oct, 06:10


https://yjastar-kurdistan.com/tr/ozgurlesme-yolunda-kararli-adimlarla-zafere-yuruyen-genc-kadin-kawenda-serhed/
ÖZGÜRLEŞME YOLUNDA, KARARLI ADIMLARLA ZAFERE YÜRÜYEN GENÇ KADIN: KAWENDA SERHED