Nûçe Ciwan Kurmancî @ncciwan Channel on Telegram

Nûçe Ciwan Kurmancî

@ncciwan


Nûçe Ciwan Kurmancî (Kurdish)

بەخوێنکاریتانی گرنگ، ئاگادارمان بکەن، تازەترین و گەورەترین و بەرواری تایبەتی بە کوردی زمانی نووسۆران، لە 'نێوانجی نووسراوانی کوردی' بخەن. دەتوانیت دەچیت بەشیک بیت لە بڵاوکردنەوەی واژۆنامەکانی سردەران و گەورەترین زانیارییەکانی چاوەڕوانی ئەو کاتە، وا جیاوازی بەلاوکراوەکانی سەیری تازەکان و گورانیانتان. ئەم تایبەتی تایبەتی بە هاوسەرچاوکەرانی کوردییەوە. بیگۆرین بۆ "Nûçe Ciwan Kurmancî" بۆ کە زانین "چی". شتی گوناگونی "چی"؟ چی؟"

Nûçe Ciwan Kurmancî

24 Nov, 11:48


📌Ji İnisiyatifa Ciwanên Dema Tolhildanê ji bo salvegera PKK çalakî

Ji aliyê Însiyatîfa Ciwanên Dema Tolhildanê li Leylax û Merîwanê bi boneya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) çalakî hatin kirin. Li gelek cihê bajarê Leylax û Merîwanê ji aliyê ciwanan ve nivis li ser diwaran hatin nivisandin, her wiha suretê Rêber APO li ser diwaran hatin dayîn.

https://www.nuceciwan133.xyz/ku/archives/215461

Nûçe Ciwan Kurmancî

24 Nov, 10:47


📌HPG: Droneyek hate xistin, radarek hate îmhakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zap û Xakurkê droneyek hate xistin, sîstemeke radarê hate îmhakirin.

https://www.nuceciwan133.xyz/ku/archives/215457

Nûçe Ciwan Kurmancî

24 Nov, 10:30


Endamê YJCR’ê Îsyan Sosin diyar kir ku rêya herî baş a têkbirina van êrîşan Parastina Cevherî ye û got, “Dema em dibêjin parastina cevherî em tenê aliyê wi ya çekdarî behs nakin. Her wiha aliyê wî ya xwe perwerdekirin, xwe zanekirin, xwe rexistinkirin û xwe parastina aliyê ruhî fikrî û hestî jî tînin ser ziman.”

Sosin amaje bi wê yekê jî kir ku bi taybetî weke jinên ciwan ji bo ku em bigihêjin wateya jiyana rast, wateya jiyana azad divê em xwe baş perwerde bikin û bi rêxistin bikin û got, “Ji xwe dema ku em xwe zane bikin bi xwezayî emê bigihijin wateya rast ya jiyanê ya azadî ye.”

Nûçe Ciwan Kurmancî

24 Nov, 10:17


📌“Dema ku em xwe zane bikin emê bigihijin wateya rast ya jiyana azad”

Endama YJCR Îsyan Sosin di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku weke jin îrade û hêza xwe bi şoreşa “Jin Jiyan Azadî” dîtin û got, “Em dawî de bangawaziya hemû jinan û taybetî jî jinên ciwanên Rojhilatê Kurdîstanê dikin: Em bangawaziya tekoşînekî hin xurttir dikin. Em divê li hemberî van êrîşan seknekî xurt raber bikin. Ji bo jiyanekî rast divê em jinên tekoşer û şoreşger ji xwe re mînak bigrin. Mîrasekî me yê pir mezin heye û gelek mînakên me yên ber bi çav jî hene. Mînakên me heval Sara ye, heval Berîtan e, heval Zîlan e. Em van hevalan ji xwe re mînak bigrin. Ger me mînak girt emê bikaribin bigihijin armanca xwe, em ê bikaribin van êrîşan vala derxinin û bigihijin azadiya xwe. “

https://www.nuceciwan133.xyz/ku/archives/215453

Nûçe Ciwan Kurmancî

24 Nov, 08:27


📌NPG’ê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha NPG'ê têkildarî sala 47'an a damezrandina PKK'ê got, "Weke fedaiyên ku berê xwe li azadiya Rêber Apo û gelê me ye, em ê bi performanseke bilind û tempoya serketinê wezîfeyên xwe yên dîrokî pêk bînin." Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê bi daxuyaniyekê pîroz kir.

https://www.nuceciwan133.xyz/ku/archives/215449

Nûçe Ciwan Kurmancî

24 Nov, 07:54


📌Jinên ciwanên Êzidî serdana Yekîtiya Jinên Şengalê (YJŞ) kirin

Civaka Êzidî û Jinên Ezîdî ji 74 fermanan derbas bûn û gelek zêde tundî û qetlîaman re rû bi rû man. Ji ber ku civaka Şengalê ji aliyê hêzên PDK a îxanetkar û dewleta Îraq ve bê parastin hat hiştin û ji ber ku jin bê perwerde û bê rêxistin bûn, nikaribûn xwe biparêzin û di encamê de hezaran zarok û jin ketin destê DAİŞ’ê. Hezaran jin ser bazaran hatin firotin an hatin qetilkirin. Hê jî bi sedan keç û jinên Êzidî di destê DAÎŞ’ê de dîlgirtine.

https://www.nuceciwan133.xyz/ku/archives/215443

Nûçe Ciwan Kurmancî

23 Nov, 22:42


📌Semînera Jinên Ciwan li Mexmûrê

MEXMÛR- Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê îro bi pêşengtiya TJCM (Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê) Semînerek li ser Azadiya Jinê hat lidarxistin. Ev çalakî di çerçoveya hamleya 'Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî' pêk hat û dibe beşek ji rêzê çalakiyan li dijî tunditiya li ser jinan.

Piştî deqeyekî rêzgirtin ji bo Şehîdên Şoreşê, jinên ciwan bi hevre dahûrandinên Rêber APO li ser Azadiya Jinê guhdarkirin. Semîner bi niqaş dewam kir û bi berzkirina 'Jin Jiyan Azadî' û 'Bijî Serok APO' bi dawî bû.

https://www.nuceciwan133.xyz/ku/archives/215426

Nûçe Ciwan Kurmancî

23 Nov, 22:39


📌Ciwanên Minbicê salvegera PKK pîroz kirin

MINBIC- Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a parêzgeha Minbicê bi boneya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li qada giştî ya bajêr şahiyek li dar xist. Gelek ciwan û gelên Minbicê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Beriya pîrozbahî de ji aliyê endamê Yekitiya Jinên Ciwan Nesîm Ebdul der barê damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê û rola…

https://www.nuceciwan133.xyz/ku/archives/215427

Nûçe Ciwan Kurmancî

23 Nov, 21:07


📌Yekîneyên YCWK Elîh li dijî qeyûman li kolanan in!

Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de, yekîneyên Ciwanên Wealatparêz ên Kurdistanê (YCWK) duh şev li gelek taxan li dijî dagirkeran çalakî li dar xistin. Ciwanên ku ketina taxan girtin bi kevir, molotof û fîşekên hewayî bersiv dan hêzên dagirker.

https://www.nuceciwan133.xyz/ku/archives/215421

Nûçe Ciwan Kurmancî

23 Nov, 20:40


📌Ciwanên Dêrazorê bi sînevîzyonekî, şehîdên fedaî bi bîr anîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li bajarê Dêra Zorê ji bo bîranîna şehîd Asya Elî û şehîd Rogker Hêlîn ên ku li bajarê Enqereyê de li ser TUSAŞ'ê ku navenda çêkirina dronan in, çalakiya fedaî pêk anîn û şehîd bûn, bernameyekî bîranin li dar xist.

https://www.nuceciwan133.xyz/ku/archives/215409

Nûçe Ciwan Kurmancî

23 Nov, 20:34


📌Ciwanan li sê taxên Êlihê dest bi berxwedanê kirin

Li taxên Yenîmahalle, Bağlar û Cûdî ciwanan bertek nîşanî qeyûman dan. Ciwanên Êlihê berxwedana xwe ya li dijî qeyûman didomînin. Ciwan li taxên Yenîmahalle, Bağlar û Cûdî yên Êlihê daketin qadan û bê navber siloganên "Bijî serok APO", "Bê serok jiyan nabe" û "Ciwan fedayê Rêber APO ye" berz kirin.

https://www.nuceciwan133.xyz/ku/archives/215405

Nûçe Ciwan Kurmancî

23 Nov, 20:27


📌Çalakiya Yekîneyên YCWK Amed-Farqîn

Di çarçoveya Pêngava "Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin" de, yekîneyên YCWK'ê yên Farqînê Şehîd Sertîp Polat roja 23'ê Mijdarê saet 19:30'an de li Qada Bajêr li dijî maşîna zirxî ya bi tîpa Akrep çalakiyek li dar xistin.

https://www.nuceciwan133.xyz/ku/archives/215397

Nûçe Ciwan Kurmancî

23 Nov, 20:07


📌JXK Berlînê ji bo jinên ku cezayê darvekirinê hatine dayîn, pankarta hat vekirin

Bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê, jinên ciwan ên xwendekar ên endamên Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) li Berlînê ji bo Varîşe Moradî, Paxşan Ezîzî û Şerîf Mihemedî, ku ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn û gefa kuştina wan berdewam dike pankart hat dalıqandin

https://www.nuceciwan133.xyz/ku/archives/215393

Nûçe Ciwan Kurmancî

23 Nov, 17:20


Li bajarê Bernê yê Swîsreyê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê bi pêşengiya jinên Kurd meşek hat lidarxistin.

Nûçe Ciwan Kurmancî

23 Nov, 13:49


“Seyîd Riza serî xwe netewand em ê jî serê xwe natewînin”

Gelê Dêrsimê li dijî darbeya qeyûman ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan. Tûlay Hatîmogullari li ber şaredariya axivî û got, "Gelê Dêrsimê bi Seyîd Riza re tê bibîranîn, Seyîd Riza serî netewandiye, Dêrsim serî netewandiye."
https://www.nuceciwan133.xyz/ku/archives/215389

Nûçe Ciwan Kurmancî

23 Nov, 10:09


📌HAT NÛ KIRIN: Ş. Rojger û Ş. Asya Alî bi merasîmekê hatin oxirkirin

 Ş. Rojger Hêlîn û Ş. Asya Alî ên ku çalakiya fedaî kirin îro li Şirnexê û Wanê hatin veşartin û oxirkirin.

https://www.nuceciwan133.xyz/ku/archives/215379

Nûçe Ciwan Kurmancî

23 Nov, 09:29


📌YCWK banga ciwanan kir; “Divê Her Der Bibe Qada Şer!”

YCWK li dijî tayînkirina qeyûman yên li ser şaredariyên Dêrsimê daxuyaniyek da; "Divê her der bibe mewziyên berxwedanê, her der bibe qada şer!"

https://www.nuceciwan133.xyz/ku/archives/215374

Nûçe Ciwan Kurmancî

23 Nov, 09:03


📌HPG’ê nasnameya Şehîd Serdar Batman eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê gerîlayê şehîd bi bîr anî û got, “Heta nefesa xwe ya dawî bê teredut meşa xwe domand û bû milîtanekî Apoyî yê ku navê xwe li dîroka azadiyê ya gelê me nivîsandî.”

https://www.nuceciwan133.xyz/ku/archives/215362

Nûçe Ciwan Kurmancî

22 Nov, 21:46


📌Xwendekarên jin ên Zanîngeha Mûnzûrê a Dêrsîmê bi çalakiya dengderxistinê tayînkirina qeyûman protestokirin.