25 xelat
di destpêka sala 2025 ya zayînî de, ev 25 malik, ji hêla bêmalekî de, pêşkeşî çar birayên cînar;
bira û cînar!
çar biran, baxê cînarê xwe, li nav hev par kirin
hînga jî, mala xwedîbaxê xwe, dane barkirin
çar biran, cînarê xwe xapandin û hînga bi ken
feka xwe, ji zarokên bêdengê wan ra xar kirin!
çar biran, warê xwe mezintir kirin, lê wan jî dît
ku bi çi rengî, gelê cînarê xwe bêwar kirin
çar biran jî zanîbûn talan dikin erda kesek
çar biran jî zanîbûn ku maleka din, ar kirin
sal ji dû salan diçûn û çar birayên bernixûn
baxê cînarê xwe, bê dar û tijî sêdar kirin
ji berek de, her çi merx û çûk û berrû jêkirin
şûn tijî tîkan û penceqirik û pincar kirin
çar birayên birçî, her çi zilm û zehmet zanîbûn
derheqê cînarê bê azarê xwe, yekcar kirin
carekê cînar bi xwe hesîya, ku dît wan çar biran
çûn û baxê wî, bi navê xwe jî belgerdar kirin
cînarê xwîngerm, mabû mat û bêdeng û ecêb
ku çaima wan çar biran, rahet dilê wî sar kirin?
her ku carê pirs kir: ka baxê min? her çar biran
mirûzê xwe tirş û ji cînarê mezlûm, qar kirin
karê wan, gihîşte derekê ku ji cînarê fexêr
Şakî bûn û îdiaya heqê ku wî xwar, kirin...
dizbiran, baxşiş nexwestin ku bimîne, sa ku erd
li xwedîbêx venagere, hîn xwe jî xwezkar kirin;
baxê cînarê xwe nav danîn «welatê me» û va
dayimen li bin guhê malbata xwe tekrar kirin
yak bi yek; carê zemîn, carê ziman, carê zeman
her çi belge bûn, ji wî sitandin û bê yar kirin!
ne tenê parek ji çar baxên cînarê xwe, ku
çar birayên me, tijî xwîn û birîn, her çar kirin
sal ji dû salan diçûn û wan birayên dilkevir
tam ji bîra xwe birin, çi bi gulên cînar kirin!
çar birayên dil bi bawer, wan misilmanên xwedê
qe bi vê hêsanîya, cînarê xwe înkar kirin
çar misilmanan, bi xwîna me, rûyên reş sor kirin
çar biran, sa çare kin derdê xwe, em naçar kirin
wan, bi mal û baxê me, erda xwe mezintir kirin
hînga jî! xelkê me, ji baxên welêt, bêpar kirin
çar birayên ku hene û hîn jî cînarên me ne
lê, qe carê pirs nakin: sa çi Kurdan bar kirin
carê jî qe pirs nakin: sa çi em hîn dimirin?
carê qe halî nebûn, herqes çîyan hawar kirin...
**
çar birano! ger bi'êrên erd û al û ol û êl
bes çima dengê evîna me, naye guhdar kirin?!
bes çima hîn jî mirin rind e ji cînarên we ra
bes çima zilma li me, qet maye şermezar kirin?!
gerçi dijware ku bawer kim, bibînin hîn heye
her çi zilmên Be'sî û Osmanî û Qacar kirin...
lo misilmanên bira! êdî xeva bû va çira
min bibaxşînin, guh û çavên we, min azar kirin!
#سپاهی_لایین (کاوە زێدان)
https://t.me/maname49