SENGER @sengerkurdistan Channel on Telegram

SENGER

@sengerkurdistan


🔹 Navnîşana me ya agahdarkirinê / ناونیشانی پەیوەندیکردنمان:
@SengerAgahi

SENGER (Kurdish)

SENGER, an informative channel for the Kurdish community, is here to provide you with the latest news and updates. With the username @"sengerkurdistan", you can easily access a wealth of knowledge on various topics. From current events to cultural insights, Senger Agahi covers it all. Subscribe now to stay informed and connected with your community. Don't miss out on important information - join Senger Agahi today! 🔹 Navnîşana me ya agahdarkirinê / ناونیشانی پەیوەندیکردنمان: @SengerAgahi

SENGER

21 Nov, 21:04


🔶 ÊRÎŞÊ LI SER ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

SENGER

21 Nov, 20:33


🔶 #LEZGÎN

Hewldana êrîşê hat şikandin

Kuştî û birîndarên dagirkeran hene

QSD: Hêzên me êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî li ser gundê Abdûkî ya rojavayê Girê Spî şikênand û derbên giran li dijmin xistin. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Şer hêj jî didome.

Eyn Îsa û gundewarê wê yê Rojavayê Girê Spî rastî topbarana dijwar tê ku heta niha jî didome.

SENGER

21 Nov, 13:01


🔶 PÎROZ BE

Biryargeha Navendî Ya Parastina Jinê Bi Merasîmekê Hate Vekirin

🔹 YPJ:
https://t.me/YPJMediaCenter
https://www.youtube.com/@YPJMediaCenter

SENGER

21 Nov, 12:52


🔶 Di meşa ku ji bo Rêber Apo hat lidarxistin de xwendekarên bajarê Qamişlo sirûda Ey Raqîb xwendin.

SENGER

21 Nov, 11:38


🔶 DÎMENEK NÛ

Dîlana Azadiyê Bi Pêşengtiya PKK'ê 47 Sal in Berdewam Dike

🔹 https://t.me/gerilaname1/2546

SENGER

21 Nov, 11:30


🔶 Bi hezaran ji pêkhateyên Kantona Cezîrê ji bo silavkirina Rêbertî û berxwedana li Îmraliyê li dijî tecrîdê, li Qamişlo meşek li darxistin.

SENGER

20 Nov, 22:13


🔶 Hozan Aydin metirsiya jiyanî derbas kir

Hozan Aydin ê ku krîza dil derbas kir metirsiya jiyanî derbas kir.

SENGER

20 Nov, 21:18


🔶 #LEZGÎN

Fermandarekî dagirker hate kuştin, artêşa Tirk hewl da veşêre!

Di encama çalakiya gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li Zapê de yek ji fermandarên artêşa Tirk a dagirker Yusuf Cura mir. Artêşa Tirk a dagirker têkildarî leşkerê xwe ya li Goristana Kaldirim a bajarê Nevşehîrê hate definkirin ti daxuyanî neda.

SENGER

20 Nov, 21:01


🔶 Leşkerên ku di encama çalakiyên gerîla de mirin!

Hat îdiakirin ku leşkerê Tirk ê dagirker Caner Uludag li Mêrdînê nexweş ketiye û miriye. Ji sedî 90ê mirinên bi guman ên leşkerên Tirk li Bakur û Başûrê Kurdistanê ne. Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û Wezareta Berevaniya Tirk derbarê mirina bi guman a leşkeran xwe de ti daxuyanî nadin.

SENGER

20 Nov, 20:33


🔶 "Şer ranewestiyaye, hê jî bi dijwarî didome"

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît:

Bakurê Kurdistanê qada şer a sereke ye. Tenê çalakiya TÛSAŞ’ê, çalakiya hevalên me Rojger û Asya di vî alî de wiha ye. Di tevahiya salê de li Bakurê Kurdistanê operasyon hebûn, hevalan çalakî kirin, pevçûn derketin, şehîdên me çêbûn.

Ev çi nîşan dide? Nîşan dide ku şer bi hemû dijwariya xwe didome. Nerast e ku mirov bi hejmarî bişopîne. Hûn nikarin bi hêzên gerîla re bi artêşên mezin re bînin beramberî hev. Ti mantiqa vê yekê tune ye. Mijara gerîlatiyê cuda ye.

Lê ez dixwazim vê bêjim. Şer ranewestiyaye, hê jî bi dijwarî didome. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî ev rewş heye. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê HPG BÎM bi rojane û mehane bîlançoyên şer eşkere dike. Şerekî pir dijwar heye. Dewleta Tirk dibêje, “Em ketin wir, me bêbandor kirin, li Bakur gerîla nema”. ev gotin propaganda û şerê taybet e.

🔹 Nirxandina Giştî:
https://anfkurdi.com/kurdistan/Edi-dema-azadiye-ye-190370

SENGER

20 Nov, 20:31


🔶 Şerê li Bakur

Dewleta Tirk a dagirker ragihand ku di 10 mehên dawî de li Bakurê Kurdistanê 40 hezar û 521 çalakiyên dagirkeriyê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê pêk anîne.

SENGER

20 Nov, 17:56


Fedaiyên Dilzîlan Ji Bîr Neke!

t.me/gerilaname1

SENGER

20 Nov, 17:32


🔶 Di Hêzên Çekdar ên Tirk de mirina leşkeran a bi guman didome

Hat îdiakirin ku çawîşê pispor Ugur Atinç di mala xwe de bi yek guleya li serê wî hatiye xistin hatiye dîtin. Heta niha der barê mirina bi guman a gelek leşkeran de ti daxuyanî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve nehatiye dayîn.

SENGER

20 Nov, 17:18


🔶 Li Zapê 2 cerdevan mirin

Artêşa Tirk a dagirker îdîa kir ku cerdevanên Ecevît Kayli û Çetîn Ozdag dema li Zapê nobedê digirin ji ber krîza dil mirine.

SENGER

20 Nov, 14:02


🔶 Serkeftina xwe diyariyê Şehîdên Şoreşê kirin

Li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê a Ehrezê xwendekarên Efrînî Şehîdên Berxwedana Serdemê û Şehîdên Hêzên Rizgariya Efrînê ê di Qonaxa Duyemîn de Şehîd ketine bi rêz û hûrmetdarî bi deqeyekî rêzgirtin bibîr anîn û serkeftina xwe diyariyê Şehîdên Şoreşê kirin

🔹 Dîmen: https://t.me/tvefrin

SENGER

20 Nov, 09:43


🔶 #LEZGÎN

3 drone hatin xistin, 2 mobesse û 3 teqemenî hatin îmhakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de yên li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 drone hatin xistin, 2 mobesse û 3 teqemenî hatin îmhakirin.

🔹 Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker 👇
https://t.me/gerilaname1/2544

SENGER

19 Nov, 15:45


🔶 Welatiyê bi navê Heysem Ebd El-Rehman Îsa (42) ku îro di encama topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê li ser gundê Aqibê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi giranî birîndar bibû, şehîd ket.