Hêzên me di çalakiyên bîranîna fermandara me ya nemir hevrê Şehîd Bêrîtan - Gulnaz Karataş de 5 dagirker ceza kirin ku yek jê fermandarekî bi paye yê bi navê Yûsûf bû û 3 dagirker jî birîndar bûn. Her wiha çek û alavên leşkerî yên li ser dagirkeran hatin desteserkirin.
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
🔸 24'ê Cotmehê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê dagirkeran hewl dan xwe nêzî tunelên me yên şer bikin. Hêzên me ev dagirker xistin bin kontrola xwe û piştre çalakiyeke êrîşê kirin. Ji nêz ve bi bombeyên destan û çekên ferdî destpêkê li fermandarê yekîneyê û piştre jî li dagirkerên din xistin. Li vê derê bi giştî 4 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Hate tespîtkirin ku navê fermandarê dagirker ê hate cezakirin Yûsûf e. Hêzên me çûn ser cenazeyên dagirkerên hatin cezakirin û dest danîn ser çeka ferdî ya HK-416, 30 fîşek, lazera çekê, fenereke çekê, 2 kêr, êlekekî êrîŞê, 3 şarjor, telefonek, cîhazeke Aselsanê ya ragihandinê û belgeyên dagirkeran.
🔸 24'ê Cotmehê saet di 11:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê teqemeniyên dagirkeran bi taktîka sabotajê hatin îmhakirin.
2. Li herêma Xakurkê;
🔸 24'ê Cotmehê saet di 14:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Meskenê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
3. Li herêma Metînayê;
🔸 24'ê Cotmehê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
🔸 25'ê Cotmehê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hat xistin û dagirkerek birîndar bû. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
🔸 24'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
🔸 24, 25'ê Cotmehê li Herêma Qendîlê qadên Şêxan, Silê, Bêpala, Sûredê 8 caran, li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Sinînê, Berbizinê 3 caran, li Herêma Garê qadên Girê Mesken, Şehîd Aslan, Sêdarê, Girê Reşît, Siyanê, Ergenê, Mam Nêçîr 11 caran; bi giştî 22 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
🔸 24'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Sinînê, Girê Şekîf, Şehîd Şerîf 6 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 5 caran; bi giştî 11 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
25’ê Cotmeha 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê